4:53:33 PM
RojavaNews: Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan, di dema vegera xwe de ji Siûdiyê, ragihand ku ew ti carî rê nadin çekdarên PYD Rojavayê Çemê Feratê derbas bikin, û got eger ew yek çêbibe, wê Tirkiyê destêwerdanê di Kurdistana Sûriyê de bike.
Erdogan got berya niha li cem Tirkiyê pilanek ji bo jinavbirina çekdarên DAIŞê li Bajarokê Cerablusê hebû, lê ti carî ew rê nadin ku şekdarên PYD korîdorekê li Rojavayê Çemê Feratê çê bike.
Ji despêka kirîza Sûriyê ve, Tirkiyê dixwaze Herêmeke Aram li Kurdistana Sûriyê çêbike, ku ji Bajarokê Cerablusê heya Bajarê Ezazê dirêj dike, lê Amerîka jî berdewam li dijî wê yekê derdikeve.
Tevî wê jî, dezgehekê ku nêzîkî hewalgiriya Amerêka(SIA) ye raportek belav kiribû û gotibû ku wê Tirkiyê di dsala 2016an de destêwerdanekê di Kurdistana Sûriyê de bike.
Comerd Hemdş