Rojava News: Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam dîsa taxa Şêxmeqsûd da ber topan û Ji ber wê jî ziyanên madî çêbûn.
Li gorî agahiyan, duh giropên Îslamî yên tunderew( Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam) careke din taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin û di encam de gelek malên sivîlan ziyan dîtin.
El-Nusra û Ehrar El-Şam ji 28’ê cotmeha 2015an de dest bi êrîşên xwe li ser wê taxê kirin û ta niha zêdetirî 100 welatî birîndar bûne û bi dehan kes jî jiyana xwe ji dest dane.
Nalîn Hesen
10:29:10