Rojava News: Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê–Sûriya (PDK-S) Kawa Ezîzî, ragihand ku, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) rewatiya xwe ji Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) nastîne.
Kawa Ezîzî di bultena televizyon K24ê de bersiva Hevserokê PYDê Salih Mislim ya di derbarê peşmergeyên Rojava da û got; “ENKSê derfeta xwe ne ji PYDê, ji wan kesên ku Ala Kurdî li Girkê Legê hildane û parastine werdigire.”
Beî niha Hevserokê PYDê, Salih Mislim didaxuyaniyekê de gotibû; “Tiştek bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê tûnneye.”
Di wê derbarê de Ezîzî got: “ENKSê bi hemû beşdri û komên di nava xwe de xwe nûnertiya gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê dike.”