Print this page

DAİŞ gefan li Birîtanya dixwe!

Rojava News: DAİŞ di girtevidyoyeke belavkiriye de dibêjê  “Me 5 sîxurê welatiyê Brîtanya yê kuştin.

Rêxistina terorîstî bi reya girtevidyoyekê gef li Brîtanya yê xwar û tê de behsa kuştina 5 sîxurên brîtanî jî dike.

Di girtevidyoyê ye endamekî rêxistina terorîstî dibêjê “Emê şerîatê pêşvebibin û rojekê welatê we jî emê bi şerîatê îdare bikin. Herweha tê de çekdarê rêxistina terorîstî DAİŞê yekser deng li David Cameron dike û wî wek bûdela binav dike.

Di hin dîmenên Vidyogirteyê de 5 kesên ku li ber DAİŞiyan çongdane û tene gulebarankirin xwuyadikin.

Hat idiakirin ku ew 5 kes rojnamevanenin û dema  ku li Reqayê wêne û vidyo dikşandin  berîniha ji aliyê DAİŞê ve hatibûn girtin.

Di derbarê vidyogirteyê de lekolîneke berfireh hatiye destpêkirin, ji ber ku çekdarê DAİŞê yê gefa li Birîtanyayê dixwe bi aksana Brîtanî diaxive.

Tê zanîn Brîtanya li gel hevpenmaniya navdewletî beşdarî bombarankirina qelaya DAİŞê Reqayê dibê.

 

Şanaz Emin