3:54:23 PM
RojavaNews: jêdereke taybet ji RjavaNews re got, hejmarejk ji çekdarên YPG bi çekên xwe ve cuda bûn û tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bûn, ku niha li Devera Rebîe ya sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û kurdistana Sûriyê de dimînin.
Herwiha heman jêderê da zanîn ku 22 çekdarên YPG, duh cuda bibûn u tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bibûn, ku di 2 ji wan bi çekên Doşka cuda bûne û yên din jî bi çekên xwe yên sivîk cuda bûne.
Demeke ku Fermandarên YPG, bi taybetî piştî ku Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê berên xwe dane sînorê bi Kurdistana Sûriyê re, ji metirsiya ku çekdarên wan cuda bibin û tevlî Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bibin, çekdarên xwe yên Ereb anîne nêzîkî sînor.
Comerd Hemdoş