5:59:08 PM
RojavaNews: Çekdarên PYDê li Bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê, piştî derbasbûna bêtirî 20 rojan ji girtinê, Serokê Berevaniya Sivîl , Berxwedan Mistefa, serbest berda.
Di despêka Berçileya bûrî ve, çekdarên PYDê li Efrînê, bi tuhmeta terorê û rûreşkirina rûyê Rêveberiya bi ser PYDê ve, bi dehan ji endamên saziyên civaka sivîl girtibûn, wek Komela Bihar, Berevaniya Sivîl û Komela Şiyê.
Berxwedan Mistefa, ku bi hevjîna xwe re hatibûn girtin, li zindanên PYDê de gelekî hatibûn eşkencekirin, ku bûye cara sisiyan ji aliyê çekdarên PYDê ve tê revandin.
Herwiha hîn bêtirî 10 ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye li Efrînê di zindanên PYDê de ne, ku hinek ji wan bêtirî 2 salan li ser revandina wan re derbas bûye û hîn jî çarenivîsa wan nediyar e.
Comerd Hemdoş