9:41:01 AM
RojavaNews: Duh Şeş konên penaberên Kurdistana Sûriyê yên li kampa Qoştepe hatin şewtandin û bi sedema wê şewatê 3 penaperan jiyana xwe ji dest dan.
Rojnemevan Rêzan Osman Ji RojavaNews re ragihand ku Fewaz Mehmûd mehemed û hevjîna wî Kurdistan ya temen 26 salî û kurê wî Mehemed yê temen 11 salî jiyana xwe ji destdan.
Herweha Osman tekez kir ku îro dê termê Hersê penaberan bina Kurdistana Sûriyê di dergihê Sêmalka yê sînorî û da bi xakê werin sipartin li Gundê Elî Gamêş yê bi ser bajarê Dêrikê ve.
Afiya Hacî