Rojava News: Cizîra Bakûrê Kurdistan di roja 25emîn ya qedexekirina derketina derva de ji şevêdin ve bê navber ji aliyê Hêzên Tirkiyê ve tê topbarankirin, u mal bi tevayî hatine wêrankirin.
Li Cizîrê gelek mal ji ber topbaran û gulebaranê hatibûn çolkirin, û ew topbarankirina ji şevêdin ve jî dib ê sedem ku yê mayî jî bajarê xwe bicîh bihêlin û koçbikin.
Her wiha ji wesaîtên zirxî jî gule li van taxan hatin reşandin di encamp de ciwanekî kêmendam Demhat Şerîfoglû ji lingê xwe birîndar bû.
Ji ber êrîşan, gel nikare ciwanê birîndar rake nexweşxaneyê.