Rojava News: Bajarokê Girê Spî ji aliyê Artêşa Tirkiyê yê ser sînor ji şeva borî ve bi çekên giran gulebarandike.
Li gor agahiyên ku Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye; "Şeva borî Atrêşa Tirkiyê taxa Eyn Eros ku dikeve rojavayê bajarê Girê Spî û sîloyên genim bi çekên giran yê cûre MG3 topbaran kirin."
Rewangehê da zanîn ku di encama wan êrîşên Tirkiyê de heta niha ti ziyanên giyanî, ne hatine tomar kirin.
Bajarokê Grê Spî di bin kontirola Yekîneyên Parastina Gel(YPG) de ye û ji aliyê hemû pêkhateyên wî bajarokî ve bi rêve diçe.