Print this page

Gundên Efrînê careke din tên topbarankirin

5:40:57 PM

RojavaNerws: Di berdewambûna şerûpevçûnên di navbera çekdarên girûpên Îslamî û çekdarên Ceyş El-Siwar ku bi ser YPG ve ye, li gundewarên Ezazê li ser sînorê Rojhilatê Efrînê, careke din gundên Efrînê hatin topbarankirin.

Li gorî jêderan; çekdarên Îsalmî gundê Basûfanê yê Efrînê bi hawinan topbaran kirin, lê hîn jî ziyanên madî û canî nehatine zanîn.

Li aliyekî din jî şerûpevçûnên li derdora gundên ku çekdarên Ceyş El-Siwar li gundewarên Ezazê berya çend rojan kontrol kiribûn, berdewam dikin, wek gundên Malkiyê, Tineb û Keştearê.

Comerd Hemdoş