Print this page

Asayîşa bi ser PYDê ve îdîa dike ku wan çekên Leşkerên Roj desteser kirine

6:01:10 PM

RojavaNews:Fermandarê Asayîşa bi ser PYD ve, yê bi navê Ciwan Brahîm, îdîa kir ku wan di êrîşa li ser gundê Siwêdiyê de yê bi ser Dêrîkê ve, wan çekên Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê(Leşkerên Roj) desteser kiribûn û got ew çek bi qaçaxî di navbera 2 welatan de dihatin derbaskirin.

 

Îdîaya Brahîm, piştî wê yekê tê ku di roja êrîşa li ser gundê navbûrî de, ku xwestin ciwanan ji bo leşkeriya neçar bigirin, çekdarên PYD îdîa kiribûn ku wan çekên DAIŞê destser kirin.

Çavdêr dibêjin tevlîhevbnûna îdîayên fermandarên çekdarên bi ser YPG ve, wateya wê ew e ku îdîayên wan nerast in, û dibêjin îdîaya ku wan çekên Pêşmergeyên kurdistana Sûriyê desteser kirine, ji ber wê yekê ye ku rojana çekdarên YPG cuda dibin û xwe radestî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê dikin ku niha ew hêz li Devera Rebîe ya li ser sînorê Kurdistana Sûriyê ye.