Print this page

Efrîn: çekdarên tundrew êrîşî gundên Efrîn û Ezazê kirin!

Rojava News: Îro sere sibehî zû çekdarên bi ser rêxistina tundrew û terorîstî  El-Nusra û Ehrar El-Şam êrîşî gundên Efrîn û Ezazê kirin.

Ta niha êrîşên çekdarên El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li ser gundên Efrîn û Ezazê berdewame.

Serê vê sibehê bi çekên giran gundên Malikiyê, Şewarxe, Tinib û Keştar yên girêdayî Ezazê hate gulebarankirin.

Ji aliyekî din ve çekdarê her dû rêxistinê terorîstî  bi çekên doçka û topên hawanê êrîşî gundê Basufanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin.  

Lê belê di derbarê encaman de tû  agahî nehatin wergirtin.