Print this page

Ezazê: Çekdarên El Nusra û Ehrar El-Şam cardin êriş dikin!

Rojava News: Çekdarên  El-Nusra û Ehrar El-Şam ji gelek aliyan ve êrîşî gundewarê Ezazê kirin û di navbera wan û  Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar) şer û pevçûn derket.

Çekdarê El-Nusra û Ehrar El-Şam îro di demjimêr 4ê sibehî de bi  hawan û fuzeyan êrîşî gundên Keştear, Malikiyê û Şewarixa yên girêdayî Ezazê dikin.

Hat zanîn ji ber ku  pevçûn didomin, agahiyên zelal ji deverê nehatine wergirtin.