Print this page

Li Cizîrê 3 cenaze rakirin nexweşxaneyê

Rojava News: Di şer û Pevçûnên 2 roj berê li Cizîrê 3 kesên sivîl ku hatibûn kuştin li derengiya şevê ji aliyê hêzên dewleta Tirkiyê ve ji bo morga nexweşxaneya navendê  hate vegûhestin.

Li Cizîrê ku ewa 30 rojin derketina derva qedexeye, û bi vesayitên zirxî û çekên giran operasyon berdewamin, Şukru Coşkûn, Nebî Katlav û Alî Bagdû yê 2 roj berê hatibûn kuştin ta şevêdin derengiya şevê her li wê şunê buyerê Mezbahaneyê Taxa Cûdiyê hiştibûn, û nehêlan ku malbatê wa jî biçin ser cenazeyê wa.

Piştî gelek hewldanan derengiya şevê cenazeyê her 3ê welatiyan bo morga nexweşxanê hatin veguhestin.

Şanaz Emin