3:51:03 PM
RojavaNews: Çekdarên PYD li Tirbespiyê, endamê xwecihiya Tirbespiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, Memo Ebdilhemîd, piştî 15 rojan ji girtinê , serbest berdan.
Ebdilhemîd di 29/12/2015an de ji aliyê girûpeke çekdar a PYD ve li Tirbespiyê, bi hinceta ku Ofîsa xwecihiya ENKSê, li gundê Sîha li Devera Sinciq a Trbespiyê, neruxsetkirî bû, hatibû girtin, ku navbûrî razînebibû ku kilîtên ofîsê bide çekdarên PYD, ji ber vê jî ew ji bo girtîgeha Qamişlo hatibû veguheztin.
ENKS di derbarê girtina Ebdilhemîd de, daxuyanî dabû û têde girtina navbûrî şermezar kiribû û daxwaz ji PYD kiribû ku kiryarên xwe yên nerewa, li hember gelê kurd û tevgera siyasî, rawestîne.
Comerd Hemdoş