6:46:36 PM
RojavaNews: Yek ji Pêşmergeyên Leşkerên Roj piştgiriya xwe ji bo bajarokê Medaya yê dûrpêçkirî ji aliyê Rêjîma Sûriyê û Huzbulaha Lubnanî ve nîşan da.
Pêşmerge Şêrwan Hacî bi cilên xwe yê leşkerî û nanek di destê wî de ku li ser nivîsandibû "Medaya ji nêza dimire", wek piştgiriyekê ji Madaya û zarokên wê re, yên ku ji birçîbûnê ji nêza re dimirin, û li ser rûpela xwe ya facebookê ew wêne belavkirbû.
Di daxuyaniyekê de ji RojavaNews re Şêrwan Hacî got ku tiştê wî kiriye, li hember tiştê li Medaya û xelkê wê tê, Tiştê herî biçûke ku karibe ji wan re bike.
Herweha Hacî berdewam kir û got ku pitştî ku wî wêneyên welatiyên Medaya di telefizyonan de dîtin ku çawe ji nêza re dimirin, wî biryar da ku li gorî karînên xwe piştgiriya xelkê wê derê bike.
Hacî di dawiya gotina xwe de got "min dixwest di rêya nameya xwe de ya ji bo Medaya ya dûrpêçkirî, darên zeytûnên Efrînê av bidim û hêstiran li ser çavên zarokên Amedê paqij bikim.

Can Yusif