Rojava News: Li gundewarê Hesekê mayîneke çandî bi 2 zarokan teqiya
Li gorî agahiyan, duh li gundê Sebie Skor mayîneke çandî ji paşmayên DAIŞê bi 2 zarokan teqiya, û di encam de herdu zarok jiyana xwe jidest dan.
Herweha di encama wê yekê de hejmarek kes birîndar bûn.
Gundê Sebie Skor dikeve rojhilatê bajarê Hesekê û tenê 7 KM dûrî bajêr e.
Nalîn Hesen
08:28:52