Rojava News: Duh danê Nîvro, cendirmeyên Tirkiyê yên sînorî welatiyek Kuştin û yekî din birîndar kirin.
Li gorî agahiyan, di dema ku herdu welatiyên bi navê Emar Mihemed û Ednan Elhewas hewil didan ku ji kurdistana Sûriyê derbasî Kurdistana Tirkiyê bibin, rastî gulleyên Cendirmeyên Tirkiyê hatin û di encam de Emar Mihemed jiyana xwe ji dest da, û Ednan Elhewas birîndar bû.
Ednan Elhewas hate veguhestin bo nexweşxaniya bajarokê Serê Kaniyê.
Emar û Ednan ji gundê Recaen yê bi ser serêkaniyê ve ne û herdu jî ji pêkhatiye ereb in.
Nalîn Hesen
10:30:13