Print this page

Kobanî.. balafirên hevpeymanan li DAIŞê dan

Rojava News: Duh, balafirên hevpeymaniya navdewletî çend êrîşên esmanî li derdora bendava Tişrînê li başurê Kobanî encam dan.

Li gorî agahiyên ketine destê Rojava News, di heyama 24 demjimêrên borî de balafirên hevpeymaniya navdewletî li gelek pêgehên DAIŞê li derdora bendava Tişrînê dan ku di encam de 34 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî heman agahiyan, di encama wan êrîşan de yekînên teknîkî û avahiyên DAIŞê hatin têk birin.

Nalîn Hesen

10:53:40