Rojava News: Duh, şehîd Seyf Eldîn Ehmed Berazî li goristana Taxa Hilêliyê a Qamişlo hate veşartin
Bi amdebûna serkirdaytiya ENKSê û hejmarek mezin ji welatiyên bajarê Qamişlo Duh, li goristana Taxa Hilêliyê a Qamişlo şehîd Seyf Eldîn Ehmed Berazî endamê komîteya xwecihî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriyê yê ku li ser destê Çekdarên Sotoro Şehîd ket bixakê hate spartin.
Tê zanîn ku berî du rojan bişev, şer û pevçûnên giran dinavbera çekdarên PYDê û çekdarên Sotoro li taxa Elwiste li Qamişlo rû dan û di encam de Seyf Eldîn Berazî şehîd ket û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.
Seyf Eldîn Ehmed Berazî endamê komîteya xwecihî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriyê bû, temenê wî 30sal bû û bavê 3 zarokan bû.
Nalîn Hesen