Print this page

Xwecihiya Tiltemirê ya ENKSê belavkirina alîkariyan bidawî anî

Rojava News: Duh, Xwecihiya Tiltemirê ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê  belavkirina alîkariyên ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî şandibû Kurdistana Sûriyê bidawî anî.

Li gorî malpera fermî ya ENKSê , 488 selikên xwarinê li ser malbatên bajarokê Tiltemirê û gundewarên wê hatin belavkirin, herweha 138 diyarî û selikên tenduristî li ser zarokan hatin belavkirin .

Ji aliyê xwe jî welatiyên Tiltemirê bi rêya malpera ENKSê spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û daxwaz ji wê deszgehê kir ku bi berdewamî alîkariya wan bikin.

Tê zanîn ku di 16 Mijdara sala 2015an de ev alîkarî geheştibûn wî bajarokê , lê belavkirina wan li ser xelkê dereng ma ji ber astengiyên çekdarên PYDê.

Nalîn Hesen

11:34:46