Print this page

Qamişlo… Endamin PDK-S serbest hatin berdan

3:56:19 PM

RojavaNews: Îro 13 . 1 . 2016, çekdarên PYD 3 Endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya serbest berdan.

Jêdereke teybet ji RojavaNews re got hersê Endamên PDK-S yê bi navê Ferhad Kemaledîn, Serbest Fehîm û Ezedîn Mele serbest hatin berdan,  û ji aliyê Serkerdayetiya  Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya li ofîsa PDK-S ya li Rojhilatê Qamişlo, hatin pêşwazîkirin .

Tê zanîn ku ew  hersê Endamên PDK-S di Roja bixaksipartina hersê şehîdên Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê, yên ku di operasyona rizgargirina Şingalê de şehîd ketibûn di 12 . 11 . 2015, girtin ji aliyê PYD ve hatibûn.

Afiya Hacî