Print this page

Dema leşkeriya neçar tê dirêjkirin û cezayên wê jî zêdetir dibin

4:19:52 PM

RojavaNews: Encûmena yasadanînê ya rêveberiya bi ser PYD ve , li Herêma Cizîrê ya Kurdistana Sûriyê, pirojebiryara Yesaya nû ya leşkeriya neçar belav dike.

Li gorî wê pirojeyê jî, her kesê ji derve bixwaze derbasî Kurdistana Sûriyê bibe, divê hezar dolar, ji ber leşkeriya neçar, ceza bibe.

Herwiha her kesê ku li nêzîkî sînor were girtin, heta ku deftera wî ya leşkeriya neçar jî hebe, wê yekser ji bo navendên leşkeriya neçar were şandin.

Herwiha yên ku derbasî welat bibin û deftera Leşkeriya Neçar wernegirtibin, wê rê jê re were dayîn ku tenê 10 rojan li welat bigere da ku piştre jî deftera leşkeriyê werbigire.