6:09:55 PM
RojavaNews: Îro 13 . 1 . 2016 Roja Çarşemê, şandek ji Nûnertiya Hewlêrê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanî YNK re li Bajarê Hewlêrê civiya.
Endamê şanda Nûneratiya ENKS, Behcet Beşîr, di daxuyaniyeke taybet de ji Ajansa RojanaNews re ragihand ku şanda wan ji her yek ji wî û Kawe Azîzî, Newaf Reşîd, Cedan Elî û Esmehan Dawûd pêk hatibû.
Herwiha Beşîr got ku wan daxwaz ji Polîtbîroya YNK , ku bi serpereştiya Seidî Ehmed Pîre bû, kir ku guvaşan li ser PYD bêtir bikin da ku kiryarên xwe yên nerewa rawestîne.
Li ser bersiva Polîtbîroya YNK, Beşîr eşkere kir ku Polîtbîroya YNK ji wan re bi eşkereyî got “ ji ber ku YPG şerê terorê dike em hevalbendên wan in, lê tevî vê jî şaştiyên PYD li Kurdistana Sûriyê hene û gelek in jî “.
Beşîr tekez kir ku Polîtbîroya YNK, soz da şanda wan ku bi PYD re hevdîtinan bikin û guvaşan li ser wan bikin ku kiryarên xwe yên nerewa rawestînin, ku Polîtbîroya YNK gotibû “ emê guvaşan li ser PYD bikin ku hevkariyê bi ENKS re qebûl bike û bêrêziyê bi Ala Kurdistabnê re nekin , ji ber ku tevî piştgirya ji PYD re, lê gelek şaştiyên wê jî hene“.