6:56:22 PM
RojavaNews_Ayîsin a Elmanî: Komîta xwecihî ya NRW ya ser bi Encumana Niştîmaniya Kurdî ve, we vexwendî Simînarekê roja Yekşemê 17.01.2016 dike ku wê li navenda Komela HÊLÎN li Bajarê Essen ê, û ev nivîskar û rewşenbîr, wê nerîn û helwestên xwe ji mêvanan re diyar bikin, ew jî van Nivîskaran pêk tê:(1-Fedwa Kêlanî,2- Jan Dost,3- Birahîm Yûsiv,4- Qado şêrîn).
Nivîskar dê rewşa rewşenbîr li ser kêşaya siyasî şirove bikin, ji ber ku bi rolek ronîkirin û çaksazî radibe di guhertin û pêşxistin civakê de. Li gel ku hemî daxwaz û xwestekên milet dighînin serkirdên siyasî.
Raxistina piroblemê û lêgerîn ji çareserkirinê re, ew bi xwe rêka pêkanîna hêvî û armancên gelê kurd. Pêrejî arîkariye ku tevgera siyasî guh bide xwestekên milet, wê demê jî asoyên pêşerojek hêja û binerx li pêşiya serbestbûna milet vedibe.
Li gor guhertinên li Herêmê û Cîhanê dibe, em dibînin wek Komîta xwecihî ya ENK.S, pêwistiya danûstandinê di navebera rewşenbîr û siysetmedar, ji bo Tübingen û pêşniyarên bibin lêveger bo pêşeroja gelê Kurd.
Komîta xwecihî NRW ya ENK.S.
.......................
Adresse:
Komela HÊLÎN
Werder str 13
45133 ESSEN
Bahoz Rojavayî