Rojava News: Bi vexwendinekê ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurd TCK, Şeş rêxistinên ciwanan li navenda TCK li bajarê Qamişlo lihev civiyan.
Li gorî malpera TCK kesên ku di wê civînê de amade bûn her yek ji TCK, Encumena Giştî ya Tevgera Ciwanan , rêxistina Soz, Tevgera Biratiya Kurdî, Hevrêziya Şêx Maşuq, û Neviyên Barzanî .
Di wê hevdîtinê de kesên amadebûyê behsa rewşa tevgera Kurdî û rêxistinên Ciwanan kirin, herweha bûyerên ku li Kurdistana Sûriyê rû didin ji girtin û revandina rojnamevan û çalakvanan beşek din ji civînê bû.
Emad Yousif hevrêzkarê giştî yê TCK ragihand ku armanc ji wê civînê ku rêxistinên ciwanan nerînên hev ji nêzîk ve bişopînin daku hemahingiyê bihev re bikin bo rola wan di cadeya Kurdî de bihêztir bibe.
Nalîn Hesen
10:10:40