Rojava News: Endamê ofîca Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mihemed Nezîf Qadirî behsa rewşa navxweyiya Kurdistanê kir û got, Serok Barzanî roleke girîng li navçeyê dibîne bo bidestanîna mafê gelê kurd û niha dem hatiye ku Barzanî serxwebûnê rabighîne.
Wî endamê ofîca Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em hewlên serokatiya Herêma Kurdistanê wek hewlên berpirsane dibînin, bi taybetî ew hewlên li hemberî dewleta navendî dane ku nakokî bi rêya diyalogê çareser bikin, lê ti guman têde nîne ku Bexda naxwaze pirsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi awayekî fermî û bi awayekî baş dawî li çarçoveya gotûbêjan bîne.”
Qadirî wiha got: “Bi baweriya me, hewlên Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî ve hekîmane bûne û eger di çarçoveya wan hewlan de nakokiyên Kurdistanê ligel Bexdayê çareser nebin û nêteke baş li cem Bexdayê nebe wê demê tiştekî sirûştî ye ku kurd êdî mafê wan serxwebûnê di çarçoveya dewleta kurdî de heye. Serxwebûn jî mafê gelê Kurdistanê ye û dive hemû cîhan û dengên azad pişta wê bigirin, ku niha erkekî siyasî û dîrokî ketiye ser mile wê û divê civaka navdewletî dilê xelkê Kurdistanê xweş bike.”
Wî endamê Ofîca Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê wiha domand: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roleke baş li navçeyê dîtiye û cihê rêz û destxweşiyê ye, hewlên wî bo hemû kurdan pîroz in û pêwîst e hekîmane hêzên Başûrê Kurdistanê bike yekgotar û yekalî, ji ber ku çavê hemûyan li serok e û bêguman Barzanî dikare hêvî û omêdiyê bixe dilê şikestî yê gelê kurd de.”
10:35:45