Print this page

Li Çinarê teqîn: 5 kes mirin û 39 jî birîndar ketin!

Rojava News: Li Bakurê Kurdistan êrîşek çekdarî li rêveberiya Ewlehiya navçeya Çinarê ya bi ser Amedê  encam da 5 kes hatin kuştin 39 jî birîndar bûn.

Şevê din Binkeha Ewlehiyê ya  navçeya Çinarê ya bi ser Amedê tuşî  êrîşeke çekdarî hat 2 jê polis û 3 sivîl hatin kuştin û 39 kes jî birîndar bûn.  

Li gor hatiye zanîn; Êrîş bi otomobîleke bombekirî hatiye kirin û piştî êrîşê jî  şer di navbera hêzên ewlekariya Tirk û şervanên nêzîkê PKKê de domiye.

Piştî teqînê û şer bi ambûlansan gelek mirî û birîndar rakirin nexweşxaneya ya navenda Çİnarê û Amedê.

Li gorî hatiye ragihandin avahiyeke ewlehiyê ya 2 qatî  ji binî ve hatiye têkbirin.