Rojava News: Profesor Noam Çomsky "Tirkiyê, DAİŞê ku bi gelek aliye Erdoğan piştgiriya wê kiriye tomatbar dike, piştgiriya EL Nusra ya ku qat ferqa wê ji DAİŞê tunneye dike. Û Erdogan wan kesê ku kiryarên DAİŞê li beranber hêzên kurd yê li Suriyê û Iraqê şerdikê şermezar dikin, suçdardike, ma pêvistî bi şîroveyekedin heye?”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan pêr di civîna Konsolsên Tirkiyê de gelek zanist û rewşenbîr bi dijitayiya Tirkiyê tomatbar kirin û derbarê yê nav welatê xwe de jî lêpirsîn da destpêkirin û ji yê biyanîre jî rexneyên tund rêkirin û bi teybet ji bo Noam Chomsky jî got; “Ji bo ku rastiyan bi çavê xwe bibîne bila Prof. Noam Chomsky were Tirkiye û bi cave xwe bibînî.”
Profesor Noam Çomsky di daxuyaniya xwe ya jib o rojnameyan de got "Tirkiyê, DAİŞê ku bi gelek aliye Erdoğan piştgiriya wê kiriye tomatbar dike, piştgiriya EL Nusra ya ku qat ferqa wê ji DAİŞê tunneye dike. Û Erdogan wan kesê ku kiryarên DAİŞê li beranber hêzên kurd yê li Suriyê û Iraqê şerdikê şermezar dikin, suçdardike, ma pêvistî bi şîroveyekedin heye?”
Erdogan di derbarê 1128 pispor û akademisyenê Tirkiyê bi rexneyên giran lêpirsîn da destpêkirin û ew bi muçexwerî, rewşankorî, û xiyanetê tomatbar kirin, çima wan akademisyanan ji bo rawestandina şer durişmên “Hertişt bi aşitî tê çareserkirin” û “Em nabin şirîkên tawanê şer” Hildabûn.