Rojava News: Çekdarên rêxistina terorîstî DAIŞ’ê 7 topên hawanê avêtin gundê Girê Ibrê yê bi ser Kobanê.
Çekdarên DAIŞ’ê vê sibehê ji demjimêr 10a de dest bi topbarana gundê Girê Ibrê yê ku 35 Km dikeve rojavayê Kobanê kirin.
Li gorî zanyariyên gihane destê Rojava News: Çekdarên DAİŞê li çiyayê Şamiyê senger girtine û ta niha bi isabet 7 top avêtine gundê Grê İbrê.
Ji ber êrîşan tu ziyan negihiştin gundiyan