4:54:43 PM
RojavaNews: Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, Brahîm Biro, di daxuyaniyekê de ji AlJazeera re, ragihand ku PYD bi zora çekan li Kurdistana Sûriyê xwe kiriye desthelat,ne bi dengdanê, ji ber ku rêjîmê Kurdistana Sûriyê radestî wan kiriye.
Biro got ku PYD ji rêkeftinên ku li Herêma Kurdistanê pêre hatibûn îmzekirin, xwe vekişand û pê pabend nebû.
Herwiha Biro da nîşan ku PYD ti hevkariyê bi aliyên siyasî yên dî re qebûl nake û dixwaze kurdan ji Kurdistana Sûriyê vala bike, û got nabe ne opozisyon û ne jî welatên herêmê bi rêya PYD li kurdan binêrin ,ji ber ku PYD nûnertiya kurdan nake û tiştek ji bo kurdan nekiriye.
Comerd Hemdoş