Print this page

Şandeke nûneratiya Hewlêrê ya ENKS serdana qunsulxaneya Berîtanî dike

5:41:41 PM

RojavaNews: Di berdewambûna hevdîtnên xwe de bi aliyên diplomasî yên navdewletî re, îro roja pêncşemê şandeke nûnertiya Hewlêrê ya Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûryê ENKS, serdana qunsulxaneya Berîtanî li Hewlêr kir û bi qunsulê Berîtanî re civiya.

Endamê şanda nûnertiya Hewlêrê ya ENKS, Cedan Elî, ji Ajansa RojavaNews re ragihand ku di civîna wan bi qunsulê Berîtanî re, wan behsa rewşa Sûriyê û hewlên çareserkirna kirîza wî welatî bi giştî hat kirin û bi taybetî rewşa Kurdistana Sûriyê.

Herwiha Elî got ku wan behsa doza kurd li Sûriyê kirin û li ser pêwîstîya tevlîkirna dosya kurd li sûryê di gotûbêjên Jenêv 3 de, tekez kirin.

Comerd Hemdoş