Print this page

Li Rojavayê Kurdistanê guhertina yasayê nû nerazîbuneke mezin derxist!

Rojava News: Welatiyên Rojava yê derketine derva divê 5 hezar dolar bidin, ji bedêla leşkeriya neçar.

Encûmena Zagonsaz ya ser bi Rêveberiya PYDê li Rojavayê Kurdistanê çend xalên yasaya leşkeriya neçar guhertin. Li gorî yasaya nû temenê kesên ku divê bi “Erka Xweparastinê” rabe di navbera 18 heta 40 salî de be, lêbelê jin bi şêweyekî azad û serbixwe dikarin beşdarî Leşkeriya Neçar bibin.

Berê leşkeriya neçar 6 meh bûn lê li gor biryarê nû wê bibê 9 mehin.  

Li gorî madeyekî din yê wan guhrankariyan xelkê ji Rojavayê Kurdistanê yen ku bixwazin serdana Rojavayê Kurdistanê bikin weke baca gumrukê pêwiste 1000 dolarî bidin.

Herweha ji xelkê Rojavayê Kurdistanê yên ku li dervayî welatin jib o leşkeriya neçar jî wek bedêl pêwiste 5 hezar dolarî bidin.

Ev xalên nû yê di zagona Rêveberiya xweser ya bi ser PYDê nerazîbûneke mezin di xelkê rojavayê Kurdistanê de çêkiriye.