Print this page

Helebê: DAIŞê dest bi girtina kurdan kiriye

Rojava News: DAIŞ li bajarokê Qibêsîn ê ser bi Helebê dest bi girtina ciwanên Kurd kiriye û bikaranîna televîzyon û telefonan jî qedexe dike.

Bajarokê Qibêsîn yê bi ser Helebê  piraniya nişteciyê wê kurdin, çekdarên DAIŞê dest bi girtina xortên kurd kirine û di encama vê yekê de jî gelek malbatên kurd naçar bûne ku ji nav Qibêsîn derkevin.

Her li heman bajarokî, çekdarên DAIŞê bikaranîna televîzyon û telefonên mobeyil jî qedexe kiriye.

Di dawiya sala 2014an de çekdarên DAIŞê karîbûn şervanên Artêşa Azad ji Qibêsîn derxînin û ji wê demê û heya niha ew bajarok di bin kontrola DAIŞê de ye.