Rojava News: Li Cizîra Botan 4 zarok ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin birîndarkirin.
Li Cizîrê ya ku di bin qedexeya derketina derva de ye di roja 32emîn de 3 zarok li ser topbarankirina hêzên dewleta Tirkiye bo malekê hatin birîndarxistin.
Li Taxa Yafesê jî ji ber êrîşan keçek 12 salî birîndar bû.
Hate ragihandin ku zarokên birîndar bûne rakirin nexweşxaneyê.