Print this page

DAIŞê 5 gundê kurdan radestî grubên nêzîkî dewleta Tirka kir!

Rojava News: Rêxistina terorîstî DAIŞê 5 gundên girêdayî Ezazê radestî grubê ku bi dewleta Tirkan ve tevdigerin kir.

Li gor agahiyên çavkaniyên nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ê  rêxistina DAIŞê ji 5 gundên kurdan ên ser bi Ezazê ve derket.

Hat diyarkirin çekdarên DAIŞ ji gundên Karakoprî, Karamezra, Hibeh, Bedhaydin û Halfetliyê derketin û ew gund radestî çekdarên Eniya El Nusra, Ehrar El Şam û Sultan Muradê kirine.

Li gor vê îdiayê derketina DAIŞê ji wan gundên Kurdan radeskirina wan bi Eniya El Nusra, Ehrar El Şam û Sultan Muradê di çavçoveya rêkeftina di navbera wan aliyan de bûye.

Çend rojên di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li aliyekê û li aliyê din çekdarên Eniya El Nusra, Ehrar El Şam û Sultan Murad de şer û pevçûnên dijwar li derdora Ezazê û Efrînê diqewimin.