Print this page

Qunsulê Kwêtê di seredana xwede pirojeyeke avakirina xaniyan li Kampa Dareşekranê zelalkir

12:10:45 PM

 

Rojavanews:  Diroja pêncşembê 14/1/2016/an de Qunsilê Kwêtê li  Hewlêrê Omer Ehmed ALkender di seredanekê de li nav kampa Dareşekranê ya penaberên Kurd li Herêma Kurdistanê , pirojeya avakirina xaniyan li dewsa konande  ji penaberan re ragihand .

Elkender arîkariya dewleta kuwêtê bi beşdariya  Hukmeta Kurdistanê  da diyarkirin û tekes kir li ser berdewamiya van arîkariyan.

Her weha di seredana xwede ji nêzîkve rewşa penaberên kampê şopand bi meşekê di nava konanre û peyman da nişteciyên kampê, bi avakirina bihtir ji 450 xaniyan di dewsa konên wande, bi mebesta başkirina rewşa wan .

Elkender got:"  rewşa penaberên Sûriyê ji pêwestiyên me yên herî pêşîne, bi biryara Mîrê Kwêtê Şêx Subah El Ehmed amadekariya hilmeteke belavkirina pêdawistiyan ji penaberên herêma Kurdistanêre tevahî tê kirin bi buhayê 200 Milyon Dolarî".

Herweha sipasiyên xwe ji hukumeta Herêma Kurdistanre diyarkir , li ser peydakirina cî û xizmetguzariyan ji penaberanre , û soz da ku hewil bide ji bo arikariyên bihtir ji penaberên Sûrî re .

Rifat Haci