4:44:00 PM
RojavaNews: Li Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, ji roja pêcşema bûrî ve dest bi komkirina îmzeyan kiriye, lê gelek caran ji aliyê çekdarên PYD ve rastî astengiyan tên û hin endamên xwecihiyên ENKS jî tên girtin.
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye li Efrînê, Ebdilreham Apo, ji RojavaNews re ragihand ku xwecihiyên ENKS li Efrînê ji bo komkirina îmzeyan, gelek komîte pêk anîne, lê çekdarên PYD berdewam gefan li wan dixwen û daxwaza lîsteya îmzeyan dikin.
Apo da zanîn ku çekdarên PYD li her yek ji Navçeya Şera û gundê Kotana yê Navçeya Bilbilê û li Navçeya Mabeta, lîsteyên îmzeyan desteser kirin û qetandin, û got di encamê de 10 endamên wan hatibûn girtin û îro roja şemiyê 16/01-2016 serbest hatin berdan.
Herwiha Apo diyar kir ku gelek ji xelkê beşdarî kampîna komkirina îmzeyan dibe, ku li gorî wî jî,biryar e nêzîkî 150 hezar îmze li seranserî Efrînê werin komkirin, ku di wan rojên bûrî de wan nîvî wê rêjeyê komkiriye.
Herwiha Apo, ku tevî guvaş û gefên çekdarên PYD ji wan re, lê hîn kampîna komkirina îmzeyan berdewam e.