Print this page

Kampîna komkirina îmzeyan li Kurdistana Sûriyê û Herêma Kurdistanê berdewam e

4:52:12 PM

RojavaNews: Kampîna komkirina îmzeyan ya ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, li Kurdistana Sûriyê û Herêma Kurdistanê despê kiriye,  berdewam e.

Îro Roja Şemiyê 16/01/2016 li Kampa Kewir Goskê a li Hewlêrê, ew kampanî despê dike, piştî ku duh li Kampên Fayde, Domîz û Daraşikran ên li Herêma Kurdistanê despê kiribûn.

Li Kurdistana Sûriyê jî, ew kampîn berdewam e ku ji Dêrîkê heya Hesekê despê kiribû, herwiha li Bajarê Efrînê jî ew kampanî despê kiribû, lê çekdarên PYD ,ji ber pêrabûna bi wê kampînê, Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS, Hisên Îbiş, girtin.

ENKS bi rêya komkirina îmzeyan, dixwaze wan îmzeyan radestî emîndarê giştî yê NY bike da ku dosya kurd di gotûbêjên Jenev3 de jî werin gotûbêjkirin.