Print this page

Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKS serbest hat berdan

5:38:41 PM

RojavaNews: Piştî ku duh çekdarên PYD Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKS, Hisên Îbiş, li rêbendeke kontrolê ya YPG li nevçeya Şera, girtin, navbûrî îro serbest hat berdan.

Herwiha Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye, li Efrînê, Ebdilrehman Apo, ji RojavaNews re ragihand ku her 9 endamên partiya wan, ku roja Pêncşemê hatibûn girtin, duh danê êvarî serbest hatin berdan, û serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS, îro sibehê serbest hat berdan.

Girtina endamên PDK-D û endamên xwcihiyên ENKS li Efrînê, piştî wê yekê tê ku xwecihiyên ENKS dest bi komkirina îmzeyan ji bo tevlîkirina dosya doza kurd li Sûriyê di gotûbêjên Jenev 3 de,kirin.