Print this page

Raniya Ebdullah: Alan nemiriba dê bibûya dixtor!

Rojava News: Şahjina Ordunê  Raniya ku hevjîna Şah Ebdullah , bersiva karîkatora kovara fransî ya bi navê Charlie Hebdo li ser Alan Kurdî da û got, eger Alan Kurdî zindî bimaya dê bibûya dixtor!

Kovara fransî ya Charlie Hebdo, ku kovareke rexneyî ye û bi karîtoran bûyeran dişopîne û şirove dike û gellek caran jî bi zimanekî tûj vê karî dike, li ser zarokê kurd Alan Kurdî, ku par payîzê li ser rêya Ewropayê di nav deryaya Ege ya Tirkiyê de xeniqî û bû sembola koçberan, karîkatorek belav kiriye û tiştekî kirêt li ser nivîsandiye.

Li ser wê karîkatorê wiha hatiye nivîsandin: “Eger Alan Kurdî nemiriba dê çi lê bihata? Dê mezin bibûya û dest bavêta keçên wî welatî ku mafê penaberiyê daye wî!...”

Kovara han bi vê yekê qaşo xwestiye bûyera destdirêjiya komek koçber li keçên Almanya di pîrozbahiya sersalê de rexne bike lê ev zimanê kovarê bi tundî rastî nerazîbûna kurdan û gelên Rojhilata Navîn hat.

Yek ji wan kesên ku li dijî vê karîkatorê derketiye, şahjina Ordunê Raniya ye. Şahjina Ordunê bi karîkatorekî bersiva Charlie Hebdo daye û bi zimanê fransî wiha nivîsandiye:

“Eger Alan Kurdî nemiriba dê bibûya dixtor, mamosta yan jî bavekî dilsoz…”

21:13:22