Print this page

Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKSê hate serbest berdan

Rojava News: Îro, çekdarên PYDê piştî rojekê ji girtinê, Hisên îbiş serokê xwecihiya Efrînê ya ENKSê, serbest berdan.

Ebdulrehman Apo endamê komîteya navendî ya PDK-Sê ji rojava News re ragihand ku îro danê Sibehê, çekdarên PYDê Hisên îbiş serokê xwecihiya Efrînê ya ENKSê li gel 9 alîgirên din yên ENKSê serbest berdan.

Tê zanîn ku ev kesên hatin serbest berdan, duh di dema komkirina îmzeyan di çarçoveya kampaniya ku ENKSê birêv birbû, li Efrînê hatibûn girtin.

Nalîn Hesen

21:27:04