11:09:58 AM
rojavanews: Li Kampa Dareşekranê gurûpeke ji xortan dest bi pirojeyeke hunerî bi navê (Dengê Zêrîn ) kirin.
Piştî hefteyekê ji şêwirkirinê dinavbera beşê hunerî yê Koçika Qamişlo û Navenda Xortan li kampa dareşekranê û rêxistina Serdem ya xortan de , biryara destpêkirina pirojeya Dengê Zêrîn di kampa Dareşekranê de hate sitandin .
Kesra Gabarî yek ji Komîta Dadwerên wê pirojeyê ji Rojava Newsre ragihand :"ev piroje armanca wê taqîkirina arezûyên xortû keçane, ji ber ku gelek karînên wan hene lê windane , armanca me peydakirina gastinkeke vekirî li pêşiya wan vebe belkî bibe derfetek ji wanre , da karibin wan arazuyên xwe bajonin ber ronahiyê û di pêşerojêde bikevin ser riya sitêrikande".
Gabarî biserde got ;" ev bû hefteyek ji guftûgoyan , me karî têde pilana dadweriyê û qebûlkirina behremendan û şêweyê bijartin û nirxandina berhemên hunerî durist bikin".
Her weha gabarî got:" pêşwaziya behremendan ji keç û xortan xurte li ser pirogramê û em niha di qonaxa qebûkirina rikberandene û rikberî birengekî hevaltî dinav wande têkirin".
Her weha hêvî xwest bi serkeftina hemi arazûyan
Rifat Haci