Rojava News: Nûçeyên li ser ragehandina dewleta Kurdî îsal, li hemû cîhanê tê gotûbêj kirin.
Di vê çarçovê de malpera El-Cezîre ya Qeterê di beşa xwe ya İngilîzî de raportek weşandiye û raporta ji aliyê Michael Piizi hatiye amadekirin, amaje bi vê dike ku; Di meha hizîrana 2014ê de gelek tişt li Îraqê hat guhertin. Rêxistina tûndrew ya DAİŞê karî gelek navçeyên sinorê Îraqê bi dest bixe û kontrol bike. Ya herî berçav Mûsilê ye. Rêberên Kurd ên siyasî Hêzên Pêşmerge derbasî Kerkûkê kirin û navçeyên din ê Kurdistanê ku dervî îdareya Herêma Kurdistanê de bûn kirin armanca cîhê aramî û ewleyî têde bê bi hêz kirin.
Herwaha di raporê de tê gotin ku 100 sal li ser peymana Sykes-Picot re derbas buye û rêberên siyasî yên Kurdistanê dixwazin sala 2016ê bikin sala dawî bi vê xiyaneta dîrokî ku li hember Kurdan hatî kirin û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdî li Başûrê Kurdistanê ragehînin.
Herwaha ew rojnamevan di raporta xwe de diyar dike: ‘’ Raste rêya geheştina serxwebûnê bi pirsgirêke, lê rêberên siyasî yên Kurdistanê di vê baweriyê dene ku dema herî guncaw nihaye û Pêgehiştina Kurd bihêze û rewş ji bo ragehandina dewleta Kurdî di dema xwe de ye.’’
Di berdewama raporê de tê destnîşan kirin ku piştî êrîşên DAİŞê berpirsên Amerîkayê geheştin vê baweriyê ku sistema federalî li Îraqê şikest xwariye û ev xale jî, ji aliyê Kurdan de çend sale tê bi lêvkirin.
Herwaha tê gotin di vê sîstemê de desthilatiya Bexdayê dikare hemû aliyen de bihêz be. Ji dahata petrolê heta ku siyaseta derve. Lê dibêje: ‘’Siyaseta parastina yêkparebûna Îraqê ji aliyê Washingonê ve, bandor li ser sexwebûna Kurdistanê çêkiriye, lê şerê DAİŞê xeletiyên Hikûmeta Îraqê nîşanî her aliyekê da. Herî zêde jî ji bo berpirsên Amerîka.’’
Michael Piizi diyar dike ku serkeftinên Pêşmerge li hember DAİŞê rewşek cuda ava kiriye ku Kurd xwedan li hebûna xwe û dewleta serbixwe nêzîk bûne. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi hezaran kîlometre çargoşe ji terorîstan paqij kiriye. Niha Hêzên Pêşmerge aramî û ewleyî ya Kerkûk û navçeyên din ên ku dervî îdareya Herêma Kurdistanê diparezin.