Print this page

Efrîn.. artêşa Tirkiyê derbasî gundê Hemamê bû

Rojava News: Hêzên artêşa Tirkiyê derbasî Kurdistana Sûriyê  bûn û dest deyn ser gundê Hemamê yê Efrînê.

Li gorî welatiyên Efrînê, Artêşa Tirkiyê 30 metreyan sînorê gundê wan bezandiye û goristana gund jî jinav birine

Herwiha  artêşa Tirkiyê kel û pelên leşkerî li ser çend zeviyên çandiniyê bicîh kirine.

Hêjayê gotinê ev ne cara yekemîne ku artêşa Tirk sînorê Kurdistana Sûriyê derbas dike, berî niha jî artêşa navborî navendên xwe li çend gundên ser bi bajarê Qamişlo, Tirbespî û Dêrikê ava kiribûn.

09:30:05