Rojava News: Wezareta Xwendina Bilind ya herêma Kurdistanê duh, navê 263 xwendevanên Kurdistana Sûriyê yên ku li zanîngehên Kurdistanê hatine qebûlkirin, eşkere kir.
Berpirsê peywendiyên derve yê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava Ehmed Emîn ragihand ku ew xwendevanên qebûl bûne ji sala 2013an de belgeyên xwe pêşkêşî zankoyan kirine , û ew 263ê xwendevan dikarin dest bi dewama xwe li zankoyan bikin.
Nalîn Hesen
09:43:27