Rojava News: Girupek nenas, sere vê sibehê hewil da ku navenda PDK-Sê û navenda ENKSê li bajarokê Tirbesipiyê bişewtîne.
Hin çalakvan wêneyên herdu navendan belav kirine ku têde xuya dibe hewlidanên şewtandina herdu baregehan bi rêya şûşeyên şewtandinê.
Derbarê vê mijarê de Rêzan Şêxmos serkirdeyê Şepêla Pêşerojê li ser rûpela xwe ya facebooke belav kiriye:" hewildana şewtandina baregehên PDK-Sê û ENKSê li Tirbesipiyê, hewildanek bêhêvî bû ji aliyê desthilata PYDê ve, û ev in encamên civîna Qamişloyê ne ya ku dinavbera wezîrê navxweyî yê rêjîmê û PYDê û PKK pêk hatibû ".
Şêxmos lêzêde kir ku ev karên wisa miletê kurd natirsîne û emê berdewam bin ser kar û xebata xwe.
Nalîn Hesen
11:47:43