Rojava News: Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle got “Em Kurdistaneke serbixwe navên, serxwebûn bi kêrî kurdan nayê û pêviste Kurd û Tirk bi hevûdû re jiyan bikin. “
Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle di derbarê rewşa dawî ya Bakurê Kurdistanê ji Rojnameya Cumhuriye rê got; Eger heta dawiya meha Nîsanê ev şer neyê rawestandin, dibê ku şer derbasî bajarê Tirkiyê jî bibê, ew ne gefe dibêtiye ke.
Di nav Kurdan de yên ku ji bo diyalog û muzakereyê vekirî ne, tenê em in, bi rastî jî bi qasî ku ji Amedê hizdikim ji Stenbolê jî hizdikim.
Hatîp Dîcle li ser pirsa ku dibêjin Hatîp Dîcle em di navbera dewlet û xendeqan de hîştin de jî wiha got; gazincên wan di cih de ne. Me nekarî gelê xwe bi aştiyê xelat bikin.
Li gorî wî siyasetmedarê kurd ji bo kurda dewletek serbixwe ne ciyê çareseriyê ye û di hemen roportaja li gel rojnameya Cumhuriyet de dibêjê; Kurdistan bi kêrî Kurda nayê.