4:36:08 PM
RojavaNews: Çekdarên PYD çend endamin komîteyên komkirina îmzeyan, ya ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, despê kiriye, girtin.
Jêdereke taybet ji RojavaNews got, çekdarên PYD, duh li gundên Dêrka Beravê, endamekî xweciyaha ENKS girtin û lîsteyên îmzeyan jî qetandin.
Herwiha li Dêrîkê jî, çekdarên PYD, duh herdu endamên xwecihiya ENKS, Xalid Derwîş û Ebdilkerîm Smaîl,li ser rêya gundê Hacî Metrê, girtin û lêsteyên îmzeyan ku di destên wan de bûn desteserkirin û qetandin.
Li gundê Siwêdiyê yê Dêrîkê jî, çekdrên PYD hersê endamên xwecihiya ENKS, Salih Badir, Ebdilrehman Qadir û Elî Yûsif Salih, girtin û lîsteyên îmzeyan yên di destên wan de bûn qetandin.
Hîn hersê endamên xwecihiya Siwêdiyê ya ENKS girtî ne û yên din jî serbest hatine berdan.