Print this page

Elî Brahîm: Li Kobanê û Tirkiyê 50 hezar îmze hatiye komkirin

4:44:16 PM

RojavaNews: Serokê xwecihiya Kobanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, Elî Brahîm, di daxuyaniyeke taybet de ji RojavaNews re ragihand ku kampîna komkirina îmzeyan li Kobanê ji 14ê vê mehê ve despê kiriye, û got li Kobanê, Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê bêtirî 50 hezar îmze hatiye kom kirin.

Li aliyekî din jî, kampîna komkirina îmzeyan li Herêma Kurdistanê jî berdewam e ku sibe roja Duşemê li navenda ciwanan a Navçeya Beherkê li Hewlêrê, se’et 15:30 ew kampîn despê dike.